ANTALYA (AA) – Melayê navçeya Kaşê ya girêdayê Antalyayê Ahmet Muhsîn Tuzer digel hevalên xwe koma binavê ''Fîrock'' ava kir. Komê konsera xwe ya ewîl li navçeya Kaşê da.
Tuzer, li Mizgefta Gundê Pinarbaşîya navçeya Kaşê melatiyê dike û ji gîtarîstên berê yên Erkîn Koray e. Tuzer, ji Kaşê ye û bavê wî melayek teqawit bûyî ye. Tuzer anî ziman ji ber ku konsera xwe ya yekem li ser axa bav û kalan dide kêfxweş e.
Tuzer got ku wan muzîka tesewufî û rockê kirine yek û muzîkeke nûjen ava kirine.
Tuzer, bi berhema ''Aşk''ê dest bi konserê kir û bi ''Ey Sevgîlî'', ''Degişîm Zamani'', ''Hak Ondadir'', ''Her Nefeste'', Mevlaya Gel'' û ''Ey Dost'' dewam kir. Guhdar, ji konserê gelekî kêfxweş man.
Tuzer, diyar kir ku her çiqas konsera yekem be jî gelekî xweş derbas bûye û bi gelemperî serkeftî bûne û wiha dewam kir: ''Me di atmosfereke cuda de bi rûh û hêstên cuda konser da. Em bi gel re bûn yek. Bawerim ku konserên me ji vir pê de serkeftî bin. Xwedê teala alîkarê me be.''
Tuzer, da zanîn ku dê albûma wan a yekem di cotmehê de derkeve û ew ê piştî derketina albumê li welêt û derveyî welêt konseran bidin.