SAKARYA - MEHMET OZCAN
Mûsa Bangurayê 45 salî ku ji welatê Sierra Leoneliyê ye, li welatên Afrîkayê ji bo xiristiyanîyê mîsyonertiyê dikir. Lê rojekê xewnekê dît û bû misilman. Piştî ku bû misilman jina wî terka wî kir. Lê ew li ser malpera înternetê hê jî mirovan vedixwîne ola îslamê.
Bangura nûçegihanê AAyê re diyar kir ku bavê wî keşîş e û piştî ku ew bûye misilman hemû malbata wî terka wî kiriye.
Bangura ragihand ku wî di dibistanên xristiyanan de wek mîsyoner perwerde dîtiye û wiha got:
"Ji bo ku misilmanên welatên me bibin xiristyan ez bi salên dirêj xebitîm. Lê min xewnek dît ku ez ji bo îslamê hatim vexwendin. Min 3 roj li dû hev ev xewn dît. Ewil min nexwest ku ez qebûl bikim, çimkî jiyaneke min a baş hebû. Ji bo xebatên mîsyoneriyê meaşekî min ê baş, xaniyê min û ji bo zarokên min derfeta perwerdeyeke baş hebû. Lê di dawiyê de min li ber xwe neda û min qebûl kir û ez bûm misilman."
-"Bi saya malpera me ya înternetê heta niha 8 hezar 302 kes bûn misilman"
Bangura got piştî ku ew bûye misilman hemû mal û hebûna wî ji dest wî hatiye stendin. Lê dîsa dibêje ku xizmeta îslamê ji her tiştî girîngtir e.
Bangura got ku "Piştî ku ez bûm misilman ewil min li ser îslamê lêkolîn kir." û wiha dewam kir: "Piştre min misilman anîn li cem hev û nakokiyên di încîlê de derxiste holê. Bi vî awayî min dest pê kir û bi keşîşan re ketim nîqaşan. Min her tim ispat kir ku îslamiyet oleke rastir e.
Bangura axaftina xwe wiha qedand:
"Jina min ji malbateke xiristyan a pir hêzdar bû. Piştî ku ez bûm misilman terka min kir û ez ji zarokên xwe dûr ketim. Armanca min ew e ku îslamiyet fireh bibe û em axiretê qezenc bikin. Ha bila xiristyan be, ha bila ji oleke din be ez hewl didim ku hemû mirov bigihêjin rêya rast. Piştî ku ez bûm misilman min malpereke bi navê "Why İslam" (Çima îslam) ava kir û ez di vê malperê de behsa îslamiyetê dikim û nakokiyên di nav încîlê de derdixim pêş. Bi saya malpera me ya înternetê heta niha 8 hezar 302 kes bûn misilman. Ez bi vê pir şanaz im. Niha jineke min a misilman heye û ez zarokên xwe wek misilmanan perwerde dikim. Di dema Hz. Îsa de xiristiyanî oleke îlahî bû. Dema ku ez li ser her sê încîlan lêkolînan dikim dibînim ku hemû jî behsa pêxemberê dawîn dikin. Lê xiristyanên dawîn naxwazin vê bibînin. Di Sûreya Al-î Îmranê di ayeta 75an de jî tê gotin ku ji bilî îslamê oleke din tuneye. Piştî ku min ev dît min fêm kir ku divê ez bibim misilman."