HAKKARÎ
Li Yuksekovaya navçeya Hekariyê "Mîhrîcana Çand, Huner û Xwezayê ya Cîloyê ya 4emîn" ku tê lidarxistin, dest pê kir.
Mihrîcana ku ji aliyê Şaredariya Yuksekovayê ev cara 4emîn e tê lidarxistin, di 15emîn kîlometreya rêbeja Esendereyê de di qadeke vala de dest pê kir û wê du rojan dewam bike.
Li qada mîhrîcanê konên koçeran hatin avakirin, jin û mêrên ku cil û bergên herêmî li xwe kiribûn bi malbatên xwe re serê sibê zû hatin cihê mîhrîcanê û bi stranên kurdî govend girtin.
Li qada mîhrîcanê hin welatiyan agir pêxistin û çûne seyranê. Mîhrîcan bi stranên hunermendên herêmê ve didome.
Hat diyarkirin ku sibê Parlementerên BDPê Ayla Akad Ata, Adîl Zozan, Esad Canan û Şaredarê Bajarê Mezin yê Diyarbekirê Osman Baydemîr jî dê beşdarî mîhrîcanê bibin.