Abdullah Tel
03 Gulan 2019•Rojanekirin: 09 Gulan 2019
Azîme Geçgîla li Ovacika navçeya Tûnceliyê dijî ji potikan pitikên cil û bergên herêmî li wan in ku berê ji zarokan ra dihatin çêkirin niha wek kar ji xwe ra didomîne. Geçgîl ji aliyekî va bi dahata pitikên çêdike va debara xwe dike û ji aliyekî va jî wê çandê diparêze û li pê dihêle.
Dayika 2 zarokan Azîme Geçgîla ku 41 salî ye û ji Beşa Pêşveçûna Zarokan a Zanîngeha Ataturkê ya Erziromê mezûn e piştî xwendekariyê li hin saziyên perwerdehiyê yên li Stenbolê mamostetî kir.

Geçgîl salek berê zivirî Ovacika warê bav û kalên xwe û li malê jî ji bo çêkirina pitikên ji potik ku di dema zanîngehê da hîn bûbû, cihek amade kir.
Di atolyeya xwe da Geçgîl pitikên ji potikan çêdike û wekî cil û berg jî şal, şepik, şekal, poşî, meles û egal li wan dike û wan difiroşe.
Geçgîl ji aliyekî va pitikên ji potik ku bi cil û bergên herêmî li wan kiriye çêdike û wê çandê li pê dihêle û ji aliyekî va jî bi pereyê ji firotina wan tê debara xwe dike.

Pispora pitikên ji potîk Geçgîlê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku di dema zanîngehê da ji bo zarokên xwe şa bike dest bi çêkirina pitikên ji potik kir û wiha pê da çû: "Dema ez xwendekar bûm ez di qada perwerdehiya psîkolojiya zarokan da jî hin tişt hîn bûm û ji bo şabûna wan jî çêkirina pêlîstokan hîn bûm. Wê demê ji xwe min vî karî dikir û min got ku bila ji herêma min jî reng û rûçik lê hebin û min wisa dest pê kir. Lewra li her herêmê pitikên bi cil û bergên wê herêmê ne hene û min xwest bila yên vir jî bi cil û bergên vê derê bin."
Geçgîlê destnîşan kir ku ew dixwaze vî karê niha dike pêşva bibe û li atolyeyeke mezin karê xwe bidomîne û niha ji bo vê xeyalê hewl dide.