Türkan Tosun
09 Gulan 2019•Rojanekirin: 14 Gulan 2019
Li Tirkiyeyê di salonên sînemayê da vê hefteyê jê 2 xwemalî, 7 fîlm ketin vîzyonê.
Fîlma bi navê "Bêedalet" ya ku derhêner û senarîstê wê S. Craîg Zahler e û lîstikvanên wê Mel Gibson û Vînce Vaughn in wê derkeve pêşberî temaşevanan.
Ji bilî Gîbson û Vaughn di fîlmê da Jennîfer Carpenter, Laurîe Holden, Mîchael Jaî Whîte, Lîannet Borrego, Justîne Warrîngton û Don Johnson jî dilîzin.
Di fîlmê da 2 polês îşkenceyê li şikbarekî dikin, ji ber ku dîmenên îşkenceyê dikevin destê medyayê ew ji kar tên dûrxistin.
- "Şervanê Nediyar"
Derhênerê fîlmê derhênerê navdar Yîmou Zhang e. Di fîlmê da di navbera du malbatan da şerê desthilatiyê heye, lê fermandar Yu û şervanên ku wî perwerde kirine dibin sedem ku rewş biguhere.
Fîlma ku cureya wê aksîyon û dram e ji hêla Çînê va hatiye çêkirin. Serlîstikvanên fîlmê Chao Deng, Lî Sun, Ryan Zheng, Qîanyuan Wang, Jîngchun Wang, Jun Hu û Xîaotong Guan in.
- "Paqijkar"
Derhênerê fîlmê Jon Knautzê ji Kanadayê ye û serlîstikvanên wê jî Alexîs Kendra, Stelîo Savante, Rachel Alîg, Elîzabeth Sandy û Mykayla Sohn in.
Senaryoya fîlmê ji hêla Alexîs Kendra va hatiye nivîsandin.
Mijara fîlmê jiyana jinekê ye. Di fîlmê da jineke têkiliya wê ya veşartî bi mêrikekî ra heye dema dev ji mêrik berdide, di sîteya ku tê da dijî da paqijkarê sîteyê nas dike û bi wî ra dibe heval. Fîlm behsa hevaltiya wan û tiştên tên serê wê dike.
- "Hêlîn"
Fîlma bi navê "Hêlîn" di Pêşbirka Neteweyî ya Mihrîcana Fîlman a Stenbolê ya 38emîn da Xelata Taybet a Juriyê hildabû.
Di fîlmê da du bira ji binê axê hêlînekê derdixin û çîrok dest pê dike.
Derhêner Emre Yeksan, lîstikvan Kutay Sandikçi, Eray Cezayîrlîoglu û Îmren Şengel in.
- "Kulyas: Berdêla Lenetê"
Derhênerê fîlmê Yunus Şevîk, senarîstê wê Mustafa Mîraç Kaya û Esma Şevîk in.
Di fîlmê da komeke ciwanan diçin gundekî wêneyan bikşînin, li wir rastî qebîleya cinan tên û li hemberî wan têdikoşin.
Lîstikvanên fîlmê Halîl Kumova, Kubra Kilinçkaya, Nurdan Paksoy, Emre Kilin, Erdem Yilmaz, Necdet Onur Serîmer, Gîzem Tan û Can Yavuz in.
- "Pokemon Dedektîf Pîkachu"
Di fîlmê da bavê Tîm (21) ê dedektîf e winda dibe, Tîm û şirîkê wî Pikachu hewl didin wî bibînin.
Lîstikvanên fîlmê Justice Smith, Kathryn Newton, Suki Waterhouse û Ken Watanabe ne.
Derhênerê fîlmê Rob Letterman e, cureya wê fantastîk anîmasyon e.
- "Pêlîstokên Bêsêr"
Derhênerê fîlmê Gary Wang, cureya wê anîmasyon e.
Di fîlmê da behsa pêlîstokeke dema diveke avê rengê wê diguhere, pê nayê leyîstin û hevalê pêlîstokê tê kirin.