ŞANLIURFA
Koçerên ku havinan li herêma rojhilatê zozanan kirê dikin û li wir konên xwe vedigrin gava ku hewa sar dibe diçin Rihaya ku zivistan lê hênik derbas dibe.
Koçerên ku li herêmê ji xwe re merayan digrên û jiyana xwe li wê derê di konên mû de didomînin di nav şert û mercên zehf zor de dijîn. Koçer di her demsalê de diçin herêmekê û rastî pirsgirêkan tên. Daxwaziya koçeran ew e ku pirsgirêkên wan bên çareserkirinê.
Mehmet Ulaaê koçer daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji Kovancilara navçeya Elezîzê bi pezên xwe re hatine Rihayê. Ulaş got ku ji zaroktiya xwe vir de şivantiya heywanan dike û zivistanê tê Rihayê havînê jî diçe Erzirom, Elezîz û Bîngolê û axaftina xwe wiha domand:
"Em zonanan kirê dikin û 3-4 mehan li wir dimînin û ji ber vê yekê jî zarên me nikarin herin dibistanê û em ji derfetên tenduristiyê îstifade nakin. Hê li ser vê jî em pera hem didin gundiyan hem jî didin komisyana merayê. Em ji rayedaran dixwazin ku bila alîkariyê bidin me.
Nazê Ulaşê jî diyar kir ku ji ber tunebûna dibistanan zarên wan nikarin herên dibistanê û wiha got: "Ji bo ku zarên me herin dibistanê em wana dişînin cem merivên xwe yê li diyarê me. Zar bîriya me dikin em jî bîriya wan dikin lê ji destê me tiştek nayê. Li cihê ku em lê dijîn têlefon jî tune ku em bi wan re xeberdin û emzehf astengiyê dikişînin."
Seydî Bagatîmur bal kişand ku koçer ji bo heywandariya welêt zehf girîng in û wiha got: "Li vê derê her yekê me xwediyê hezar pezî ye. Heke em vî karî nekin li welêt heywandariyê zirareke zehf mezin bibîne."