Ferizat Kaya
30 Gulan 2017•Rojanekirin: 01 Hezîran 2017
DIYARBAKIR
Li Diyarbekirê koçerên ku ji bo ji heywanên xwe re çêreyên baş bibînin derdikevin zozanan dest bi mesaiya remezanê kirin.
Koçer li çiyayê Qerecdaxa navçeya Çinarê 7 mehan li zozanan heywanên xwe xweyî dikin, di konan da dijîn û remezana xwe jî li vir derbas dikin. Koçer danê sibehê dest bi kar dikin û heta êvarî dixebitin.
Koçer danê sibehê heta danê êvarê li ber heywanan dibin piştre şîr didoşin û penîr û mast havên dikin, piştî van karan, dest bi amadehiya fitarê dikin. Piştî fitarê koçer di konan de tên bal hev û şevbêrkê dikin.
Ji koçeran Mehmet Seîd Duman ji nûçegihanê AAyê re got ku ev demeke nêz derketine zozanan û karê koçeriyê ji bav û kalan hîn bûne. Duman ragihand ku ji ber remezanê bi kelecan in û wiha dewam kir: "Em her tim rojiya xwe li zozanan derbas dikin. Jinên me nan dipijînin û xwarinê çêdikin. Li vir em fitara xwe bi penîr, mast, rûnê nivîşkê, toraq, şorbe û nanê sêlê dikin."
Duman got ku di meha remezanê de li zozanan wext xweştir derbas dibe û wiha dewam kir: "Nêzî fitarê hin kes xwarinê amade dikin hin kes sifrê radixin. Ji ber ku hewa zozanê pir xweş e rojî pir xweş derbas dibe. Ez bangî herkesî dikim û dibêjim ku bila werin li zozanan rojiyê bigirin."
Ji koçeran Bişar Dagtekîn jî ragihand ku bi salan e ji bo heywanên xwe biçêrînin tên zozanan û wiha dewam kir: "Ji ber ku zozan hênik in di rojiyê de em qet tî nabin. Em bi kar dikevin û tîbûn û birçîbûnê ji bîr dikin. Şikir ji Xwedê re em gihaştin rojiya remezanê."