ŞIRNAK
Daweta Nazîfe Çulhaya denîzliyî û Serhat Urenê şirnakî 3 rojan dewam kir, digel niştecihên navçeyê gelek mêvanên ji Iraqê hatibûn jî beşdarî dawetê bûn.
Karsaz Serhat Uren endezyarê zîraetê ye. Urenî got ku berê gelek kesan herêm nas nedikir û ji ber vê yekê jî keç nedidan wan.
Nazîfe Çulha ji ber karê xwe ewil hat bajaroka Şenobayê û ji wir jî wek hemşîre tayînî navenda navçeya Uludereyê bû. Urenî got ku wî û Nazîfe Çulha hev nas kirin û biryara zewacê dan. Urenî got ku "Malbata wê gava têkilyên me yên malbatî dît, destûr da ku em bizewicin, gelê Uludereyê ji ber zewaca me kêfxweş bû, ez spasiya wan kesên ku vê roja me ya şad de em tenê nehiştin dikim."
Bûka denîzliyî jî diyar kir ku di sala 2008an de berî ku bê Şirnakê bi fikar bû. Çulha got ku piştî dest bi kar kir tevgerên gel dilê min rihet kir û pişt re ez tayînî Stenbolê bûm lê neçûm, li Uludereyê mam. Serhat zehf baş tevdigeriya, mirovekî xwîngerm bû, me hev nas kir, em axivîn, wî xwest ku em bizewicin û min jî qebûl kir, ez zehf kêfxweş im.
Hat diyarkirin ku di dawetê de bi qasî 3 kîloyan zêr û 100 hezar lîreyî jî pere bi bûkê de kirin.