NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî (KENY) dixwaze, ew keçikên ku li Nîjeryayê ji aliyê rêxistina Boko Haramê ve hatibûn revandin demildest û bê şert û merc serbest bên berdan.
Di daxuyaniya ku ji aliyê KENY ve hat weşandin de revandina keçikên ku hejmara wan ji 200î zêdetir e bi awayekî tund hat şermezarkirin û wiha hat gotin: "KENY dixwaze ku ew keçikên hatine revandin bê şert û merc serbest bên berdan û ji ber daxuyaniya serokê Boko Haramê ku gotibû emê keçikan weke qewraşan bifiroşin jî em di nav qisawetê de ne."
Di daxuyaniyê de ji bo xelaskirina keçikan, ew hewl û xebatên ku di qada navneteweyî û li Nîjeryayê tên kirin jî wek kêfxweşî hat nirxandin û hat destnîşankirin ku berpirsyarên vê kiryarê divê bên darizandin.
Ji bilî vê jî ew êrişa ku di 5ê gulanê de bi destê rêxistina Boko Haramê ve li Gamborûyê hatibû lidarxistin jî hat şermezarkirin û hat xwestin ku bila civakên navneteweyî bi hikûmeta Nîjeryayê re ji nêz ve bixebitin.
-Tewdîrên ku hewce dikin dê bên kirin
KENYê di daxuyaniya xwe de anî ziman ku bûyera revandina keçikan dê ji nêz ve bê şopandin û tewdîrên ku li dijî rêxistina Boko Haramê jî hewce dikin dê bên girtin.