MARDÎN
Hostayê keviran Mehmet Selim Gokçen diyar ku kevirê Mêrdînê kevirekî bêhempa ye û ew jî bi nexişandina keviran Mêrdînê dide nasîn. Gokçen di daxuyaniya ku da AAyê de got ku kevirê Mêrdînê kevirekî pir biqîmet e. Ez bawer dikim ku avahîsaziya li vir û kevirên Mêrdînê wê di sanayiya Mêrdînê de roleke mezin bilîzin. Lê şirketên mezin hêj dest neavêtine vî karî.
Gokçen îfade kir ku avahiyên ku bi kevirên Mêrdînê hatine çêkirin havînê hênik, zivistanê jî germ in. Hewce nake ku klîma bê bikaranîn û wiha got: "Min bi raporên zanistî ev agahî bi dest xist. Min kevirekî 500 kîloyî şande ÎTUyê. Min xwest ku ez taybetmendiyên kevir hîn bibim. Di encama lêkolînan de hat diyarkirin ku kevirên kirêc yên Mêrdînê ji sedî 86 kalsiyum û ji sedî 14 jî madeyên ku di nav asîtê de jî nahele pêk tên. Dema mirov lê dinêre, mirov wisa dihesibîne ku avê zêde dikêşîne. Lê zivistanê avê hildiçine û havînê jî dide der. Ji ber vê wisa hênîk e. Dema hûn dikevin kuçeyên Mêrdînê yên kevir hûn hênikahiyê hîs dikin. Ji bilî vê, kevir li hemberî tazyîkê pirr qehîm e û naderize. Li ber qeşayê jî kevirê herî baş kevirê Mêrdînê ye, lewra çavikên wê hene."
Min avahisaziya bêhempa ya Mêrdînê pirr eciband
Gokçen diyar kir ku 12 salan karê dekorasyon û kartonpiyeriyê kiriye. Ji ber van xebatên xwe dest avêtiye karê hostetiya keviran.
Gokçen wiha dewam kir: "Min avahîsaziya Mêrdînê ya xwezayî pirr eciband. Ev 10 sal in jî ez li Mêrdînê karê keviran dikim. Ez dikarim kevir bixim her şeklî. Ez aşiqê vê avahîsaziyê me û ji keviran hez dikim. Heta ku ez bimrim, ez ê bi keviran ve mijûl bibim. Ji ber ku ez heta niha bi karê keviran ve mijûl nebûme, pirr poşman im. Di van demên dawîn de li Mêrdînê veguherîneke dîrokî dest pê kiriye. Xwediyê vî karî jî kesên ne misilman in. Avahîsaziya Mêrdînê ya kevn pirr bi rewneq hatiye çêkirin. Di neqşan de şeklên girîng hene. Li malên Mêrdînê yên berê li ser dîwarên wan şeklê guşiyên tiriyan hene. Ji bo ku em vê fêm bikin, divê em bizanibin ku şeraba ji tiriyan hatiye çêkirin, ji bo xiristyanan pîroz e. Ji bilî vê, di avahîsaziyan de kevokên ku sembola aştiyê ne, li ser kevir hatine nexşkirin."