ERBÎL
Li Hewlêrê Fûara Avahîsaziyê ya Navneteweyî dest pê kir. Fûar ji aliyê Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya Îraqê Sefîn Dîzaî, Walîyê Hewlêrê Nevzat Hadî û hunermend Îbrahîm Tatlises ve hat vekirin.Tatlises li vir projeya xwe ya ku wê li Zaxoyê 628 avahiyan çêke jî da nasandin.
Tatlises diyar kir ku ev cara yekem e bi dil û can destê xwe diavêje projeyeke wisa û got: "Lewra ez hatim xapandin. Di projeyên de îmzeya min hebû lê ez bixwe tunebûm. Zilamekî ez xapandim. Zilam derewkar bû. Piştî êrîşa ku li min hat kirin, hezkiriyên min jî xapandin.Tu xêra wî negihîşte min. Her kes wî nas dike, dizane ka kî ye û çi kes e."
Tatlises ji gelê Îraqê lêborîn xwest û got: "Projeyên ji vir şûn de yên min in. Gelê Îraqê layiqî tiştên herî baş e. Em jî hewl didin ku ya herî baş bikin. Xîret û xebata min ev e."
Kasêta min sê meh şûn de dê derkeve
Tatlises pirsa ku wê kîngê konserekê bide jî wiha bersivand: "Ez ê konsera xwe ya ewil li Hewlêrê bidim. Lê li vir cihekî wisa mezin tuneye. Gelek kes dê bên. Dewletê bikeve tengasiyê. Parastin û ewlehî zor e."
Fûara ku ji 6 welatan 48 şirketên înşaatê beşdar bûn, wê heta 30yê hezîranê dewam bike.