Sevim Hatun
04 Hezîran 2017•Rojanekirin: 05 Hezîran 2017
ŞANLIURFA
Akademîsyenê ku bi kurtefîlma der barê serpêhatiya dramatîk a zarokê helebî ku di şerê navxweyî yê li Sûriyeyê de malbata wî miriye du xelat wergirt, li derveyî welêt jî bi ser ket û dixwaze fîlma dirêj a vê çîrokê çêbike.
Doç. Dr. Sedat Benekê Serokê Beşa Coxrafyayê ya Fakulteya Fen Edebiyatê ya Zanîngeha Heranê ku berê jî şêwirmendiya hin fîlm û rêzêfîlman kiriye di vê fîlmê da ya ku digel Sînan Arikan çêkir li ser bandora travmaya şerê Sûriyeyê ser zarokan disekine.
Di fîlma bi navê Kevok a li kuçe, xan û meydanên Rihayê hat kişandin de ji serpêhatiya Diyarê ji Helebê bi rê dikevin û behsa serpêhatiya zarokên ji ber şer mexdûr bûn û mecbûr man koç bikin disekinin.
Di fîlmê de behsa jiyana Diyarê ku di şerê navxweyî de hemû malbata wî dimire, mecbûr dimîne were cem pîrka xwe ya ku 40 sal berê wekî bûk hatiye Rihayê dikin. Tê payin ku di pêşbirkên navneteweyî de fîlm xelatan werbigire.
- Rastî kirin fîlm
Derhêner Doç. Dr. Benek ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku kişandina fîlmê nêzî salekê kişand, mijara fîlmê serpêhatiyeke rasteqîn e.
Bandora şerê navxweyî yê li Sûriyeyê ser zarokan mijara fîlma "Kevok" e û wiha dewam kir:
"Serlehengê me Diyar ji ber şer mecbûr dimîne ku were Rihayê bimîne. Diyar travmayekê mezin dijî. Hemî lîstikvanên fîlmê di jiyana xwe ya rasttîn de jî karên xwe dikin. Yanê rola wan a di fîlmê de ya rast rol nîne. Li gor min serkeftina vê fîlmê jî ji ber vê yekê ye. Mînak lîstikvanê bi navê Diyar bi rastî ji Helebê ye, piştî şer hatiye Rihayê. Halîl bi rastî jî bi çûkan re eleqeder dibe, çûkbaz e."
- Saya fîlmê fêrî tirkî bû
Can Hemîdê 9 salî ku serlehengê fîlmê ye got ku 4 sal berê hatine xwe sipartine Tirkiyeyê.
Hemîd got ku bi saya fîlmê fêrî tirkî bûye û wiha got: "Fîlm xweş derbas bû. Êdî dixwazim di fîlmên din de jî wekî lîstikvan cî bigirim."