Haydar Şahin
18 Tebax 2017•Rojanekirin: 19 Tebax 2017
ANKARA
Kurtefîlma bi navê "Bi Şahidiya Zarokan 15ê Tîrmehê" wergerandin 15 zimanî. Di fîlmê da Yagiz Alanê li paytext dijî qala şeva Hewla Derbeyê ya 15ê Tîrmehê ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) dike.
Tesîra li ser zarokan ya hewla derbeyê ya 15ê Tîrmehê bi axaftina Yagiz Alanê 13 salî xistin kurtefîlm.
Di kurtefîlmê da bi şahidiya zarokekî qala têkoşîna ku welatiyan li ser banga Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li dijî hewla derbeyê ya terorîstên FETOyî dikin. Fîlm wergerandin îngilîzî, fransî, îspanyolî, rûsî, erebî, çînî, bulxarî, başnaqî/sirpî, endonezî, azerîkî, qirxizî, yewnanî, îtalyanî, almanî û soraniya zaravayê kurdî.
- "Ji kulîlka ber serê xwe min fehm kir ku bavê min saxlem hatiye malê"
Di fîlmê da cî dan peyamên ku Yagiz şeva 15ê Tîrmehê ji hevalên xwe ra şandiye û wiha qala şevê dike:
"Wê şevê hewa zehf xweş bû. Min û bavê xwe li balqonê xerberdida, diya min gazî me kir. Me li televizyonê mêze kir, diya min di nav fikaran da bû. Bavê min bi baldarî teqîb dikir, demekê şûnda Serokomar û Serokwzîrê me axivî û me guhdarî kir.
Bavê min mîntanê xwe xwest û destmêj girt. Min hê tam fehm nekiribû ku çi dibe di wê demê da bavê min bi apê xwe û hevalên xwe ra axivî û min wê çaxê fehm kir ku bûyereke çiqasî mezin e. Bavê min eniya min paç kir. https://youtu.be/zKWHISnD5W4 Ji min ra got 'Kurê min diya te pêşiyê emanetî Xwedê paşê jî emanetî te ye'. Ew roja qet ji bîra min naçe. Demekê şûnda teyareyan bombe barandin.
Me nizanibû ev kî ne? Paşê dengê selayê hat. Min û hevalên xwe di komê da ji hev ra dinivîsî. Me dît ku ji bo hevalê min ê Furqan dengê bombeyan nebihîze diya wî berguhk dayê û dengê muzîkê vekiriye. Hevalên min ên ku ketine sitargehê û xwe veşartine hene. Şeva me bi dengê bombeyan û selayan derbas bû. Ji kulîlka ber serê xwe min fehm kir ku bavê min saxlem hatiye malê. Şikir ji Xwedê ra welatê me xilas bû."
Di dawiya fîlmê da Yagiz xaziyên 15ê Tîrmehê ziyaret dike û madalyayên ku ji kartonan çêkiriye diyarî wan dike.