11 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 14 Rêbendan 2017
AGRI
Komeleya Ciwanî Tûrîzm Perwerde Çandê ya Agiriyê (AKET) pêşengeha wêneyên "Qesra Îshaq Paşayê" vekir.
Di çarçoveya Projeya Mala Ciwanan a AKETê ya ku Wezareta Pêşketinê piştgiriyê didê û Walîtiya Agiriyê fînanse dike da li Navenda Kongre û Çandê ya Agiriyê pêşengeh hat vekirin. Midûriyê Çand û Tûrîzmê ya Bajêr Muhsîn Bulut û Serokê AKETê Serdar Yildiz pêşnegeh vekirin.
Bulut di axaftina vekirinê da diyar kir ku ew ê piştgiriyê bidin her cure çalakiyên komeleyên ciwanên ên ku nirxên Agiriyê didin nasîn.
Bulut destnîşan kir ku girîngiyê didin çalakiyên ciwanan û wiha pê da çû: "Me wek komele pêşengeha wêneyên Qesra Îshaq Paşayê vekir, civaka sivîl jî piştgirî da me, ev ê em kêfxweş kirin. Kî ku tevkariyê bide çand û nirxên Agiriyê am ê her tim piştgiriyê bidin wan, ji bo vê amade ne."
Yildiz jî diyar kir ku di pêşengehê da wêneyên ku endamên komeleyê kişandine hene û wiha got; "Em dixwazin ku wêneyan bifroşin û bi pereyê ku jê bê jî piştgiriyê bidin Helebê."
Pêşengehê qasî hefteyekê bê ziyaretkirin.