06 Tebax 2017•Rojanekirin: 07 Tebax 2017
AGRI
Li Agiriyê di Mihrîcana Çand, Huner û Turîzmê ya Ehemedê Xanî de dengbêjan li Qesra Îshaq Paşayê klamên herêmî gotin.
Mihrîcan li Bazidê bi piştgiriya Şaredariya Înegolê va hat lidarxistin.
Dengbêjên ku beşdarî mihrîcanê bûn li ser evînê, xwezayê, xeribiyê û xemginiyê stran gotin. Welatiyên bi dilxweşî dengbêjan guhdar kir.
Parlamenterê Agiriyê yê AK Partiyê Cesîm Gokçe behsa kesayetiya Ehmedê Xanî û ilmê wî kir û got her ku diçe qîmeta wî zêde dibe.
Gokçe gor Serokomar Recep Tayyîp Erdogan jî qîmetê dide Xanî û wiha axîvî: "Li ser daxwaza wî 3 wezîrên me hatin li vir û şeref dane me. Ev nîşaneya qîmetdayînê ya Ehmedê Xanî ye. Înşallah gelek Ehmedê Xanî wê ji vê axê derkevinû wê biratî û yekîtiya me pêk bînin."
Wekîlî Şaredarê Bazîdê Qaymeqam Ulaş Akhan, Şaredarê Înegolê Alînur Aktaş, Şaredarê Xamurê Cezmî Ergul û gelek welatî beşdarî bernameyê bûn.