Mehmet Burak Karacaoğlu, Ahmet Karaahmet
08 Nîsan 2026•Rojanekirin: 08 Nîsan 2026
Li bajarê Helebê ku dikeve bakurê Sûriyeyê cara yekê, sersala Suryanî-Asûrî "Ekîto" hat pîrozkirin.
Koma Mîrata Suryanî-Asûrî ya Barmayê, li Pirtûkxaneya Neteweyî ya li Helebê, di bin banê Rêveberiya Çandê da, bi muzîk û nimayişên folklorî yên ku mîrata Asûriyan nîşan dide, pîrozbahî li dar xist.
Di çarçoveya çalakiyê da semayên kevneşopî yên mîrata çandî ya Asûriyan hatin nimayişkirin. Endamên komê bi cilûbergên kevneşopî yên Asûriyan derketin ser dikê û performansên cur bi cur ên muzîkê pêşkêş kirin.
Mîrna Şemûna hunermend a ku di çalakiyê da derket ser dikê ji nûçegihanê AAyê ra destnîşan kir ku cara yekê ye ku li Sûriyeyê çalakiyeke bi vî rengî tê lidarxistin.
Şemûnê bi bîr xist ku Ekîto sersala Babil-Asûrî ye û hemî salê di 1ê Nîsanê da tê pîrozkirin, di çarçoveya wê da nimayişên folklorî tên kirin, dans û semayên kevneşopî tên pêşkêşkirin. Beşdar bi cilûbergên kevneşopî yên taybet ji bo vê rojê li xwe dikin.
Şemûnê destnîşan kir ku Barmaya koma hunera Suryanî nimayişên semayê ya ku ji 3 beşan pêk dihat pêşkêş kir.
Ebdulehed Kaliyê endamê Koma Barmayayê jî, diyar kir ku wan li ser vexwendina Wezareta Çandê li Helebê performans pêşkêş kirine û got, "Festîvala Ekîtoyê yek ji mîrata çandî ya herî kevin a Sûriyeyê tê hesibandin, ku dîrokeke wê ya bi hezaran salan heye."
Îdrîs Muradê derbarê çalakiyê da axivî, diyar kir ku ew bi gelemperî qîmetê didin mîrata çandî ya Sûriyeyê û îro ew mînakên hunerî û muzîkê pêşkêş dikin.
Îdrîs di çalakiyê da li ser pêkhateya fireçandî ya Sûriyeyê axivî û diyar kir ku li vî welatê Ermenî, Suryanî, Asûrî û Kurd dijîn. Ev cihêrengî di warên huner, çand û muzîkê da dewlemendiyeke giring pêşkêş dike.