Günay Nuh
18 Tebax 2026•Rojanekirin: 18 Tebax 2026
Berhevkirina hingivê çîçekan ê Erdexanê ber bi kutabûnê ye.
Ji bo hingivê çîçekan ê Erdexanê kewarên mozan biharê li zozanên bilind û mêrg û mexelan tên danîn. Cihên ku kewar lê tên danîn, ji aliyê florayê va cihên dewlemend in.
Li vê herêmê mozên Qefqas hingiv çêdikin. Zimanê vî cisnê mozê dirêj e û li îqlimên sir û sermayê berxwe dide û hişk nabe. Ev cisnê mozê li dinyayê di nava 4 cisnên girîng da ne û li Tirkiyeyê tenê ev moz xwediyê van taybetmendiyan e.
650 mozvanên ku endamê Yekîtiya Mozvanên Erdexanê ne, bi 35 hezar kewarên mozan va li vê derê xwe didin ber kewarên mozan û hilberîna hingiv dikin.
Ekîba heşt kesên ku xwe dan ber mozan, ji kewaran nîvendî 15-20 kîlo hingiv hilda.
Li bajêr berhevkirina hingivê kewaran di 10ê Tebaxê da dest pê kir û ber bi kutabûnê ye. Mozvan hingiv ji kewaran derdixin, di makîneya dawerivandinê da dadweribînin, paşê hingivê daweribî tijî elbik û tenekeyan dikin û difiroşin.
Serokê Yekîtiya Mozvanên Erdexanê Îlhan Evliyaoglu ji nûçegihanê AAyê ra got ku sezona îsal êdî ber bi kutabûnê ye, berhevkirina hingiv ji sedî 90 kuta bû.
Evliyaoglu daxuyand, ew vê sezonê li benda nêzî 300-400 ton hingiv in, bandora şert û mercên hewayê li ser hingiv pir zêde ye.
Buşra Bîlgîna ku li gundê Çataldereyê mozvaniyê dike jî got ku li gorî wan sezon bi xêr û bereket derbas bû.