Haydar Şahin
02 Tebax 2018•Rojanekirin: 04 Tebax 2018
ELAZIG
Paloya navçeya Elezîzê ya ku di dîrokê da ji gelek şarastaniyan ra malxwedîtî kiriye bi raftînga ku li Çemê Muradê tê kirin va ji hezkiriyên raftîngê ra malxwedîtiyê dike.
Li Paloyê kîtabe, merzel, tunel, nîş û perestgehên ku di heyama Menuayê Qralê Urartuyan da hatine çêkirin hene û navçe wekî muzeya servekirî ye. Xweşikahiyên tebîetê eleqeya wênekêşan û hezkiriyên sporê siruştê dikşîne.
Qaymeqamî û Şaredarî dixebitin ku ligel tûrîzma baweriyê û dîrokê bira bi sporên tebîetê jî navçe were naskirin û projeyan dimeşînin. Di vê çarçoveyê da li Çemê Muradê ya li ser Rêya Hevrîşimê ya dîrokî raftîng tê kirin.
Mehmet Saît Dagogluyê Şaredarê Paloyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku tarîxçeya navçeyê 4 hezar salî ye, bi daneyên ku hatin dîtin va jî hin amûrên 7 hezar salî hatin dîtin, kîtabeya Urartuyan a li dewsa wê hatiye parastinê jî bi tenê li navçeya wan e.
Dagoglu destnîşan kir ku sala par 60 hezar tûrîstên xwecî û biyanî navçe ziyaret kir, hedefa wan a îsal jî ew e ku 150 hezar tûrîst werin ziyaretê.
Dagoglu diyar kir ku ciwan eleqeyê nîşanî raftîngê didin û wiha pê da çû:
"Em dixwazin pêşbaziyan li dar bixin. Bawer dikin ku pêşbaziya raftîngê ya di navbera zanîngehan da ew ê di pêşerojê da li Paloyê were lidarxistin. Wekî mayîn bawer dikim ku em dikarin di heman demê da ji pêşbaziya neteweyî ra jî malxwedîtiyê bikin. 4 botên me hene, me sîparîşa 2 botan jî da. Em gazî hemû hezkiriyên raftîngê dikin ku bira werin navçeya me."
- "Em ji perwerdeyeke zor û zihmet derbas dibin"
Melîk Pîrînçciyê 18 salî yê ku raftîngê dike diyar kir ku bi piştgiriya şaredarî û qaymeqamiyê perwerdeya raftîngê dibînin.
Pîrînçcî got hedefa wî ew e ku pêşiyê di şampiyonaya neteweyî da paşî jî di şampiyonayên navneteweyî da Paloyê temsîl bike û wiha axivî: "Em ji perwerdeyeke zor û zihmet derbas dibin."