29 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 30 Berfanbar 2015
ELAZIG
Ayten Albayraka ku li Elezîzê dijî, bi çêkirina 80 cûr sabûna zeytê ya ku di biçûkatiya xwe da ji dapîra xwe hînbûye, debara malbata xwe dike.
Albayrak yek ji wan jinan e ku li Çarşiya Karê Destan (El Işî Goz Nuru Çarşisî) ya ku Şaredariya Elezîzê ji bo jinên xebatkar veqetandiye, dixebite.
Albayrakê di daxuyaniya xwe da ji bo nûçegihanê AAyê behsa çêkirina sabûna berê kir û got, "Ez di biçûkatiya xwe da, li Kilîsa malbavanê xwe, ji dapîra xwe hînî çêkirina vê sabûna zeytê bûm. Dapîra min ev kar li malê dikir. Sabûna ku dapîra herî zêde çêdikir sabûna qetrana çekemê bû. Ev sabûn ji bo nexweşiyên cildiye weke gezne, xwerandin û bîrovê derman e."
Nevzat Albayrak jî anî ziman ku nêzîkî 20 salan e sabûnfiroşiyê dikin û dema dest bi kar kirine 25 cureyê sabûnê hebûn lê nuha kirine 80 cure ku hinek ji wan, sabûnên kekik, lewante, qeysî, qehwe, leymûn, pirteqal, gezgezok, kizwan, reşreşk, beybûn, çekem, qetran, kakao, defne, ne.
Albayrak anî ziman ku gelek kiryar sabûnê dikirin û bi kargoyê dişînin welatên wekî Almanya, Hollanda û Swîsra.