Li navçeya Beytuşşebaba Şirnakê, daweta ciwanên ku bavên wan di pevçûnan de mirin, li quntara Çiyayê Qatoyê hat kirin. Leşkerên Qereqola Cendirmeyan ya Bogazorenê jî beşdarî dawetê bûn. Welatiyan stranên bikurdî gotin û bi cendirmeyan re govend girtin.
Daweta Mesût Aydemîr (28) û Aynûr Ûceyê (25), li quntara Çiyayê Qatoyê 2 roj û 2 şevan hat kirin. Gelek cendirme û welatî beşdarî dawetê bûn û bi stranên kurdî govend girtin.
Çiyayê Qatoyê yê ku heta niha cihê şer bû, bi fişekên hewayî ronî bû û wegeriya qada şahiyê. Di dawetê de nêzikî kîloyekê zêr bi bûkê vekirin û 120 hezar lîra jî bi zava vekirin.
Zava Aydemîr got ku, em bextewar in ku me daweta xwe li ser Çiyayê Qatoyê kir. Bi saya pêvajoya çareseriyê çek hatin bêdengkirin û em heta dawiyê piştgiriyê didin pêvajoyê.