AYDIN
Kemal Aşik daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku dezgeha xwe 17 sal berê li Nazîlliyê damezrandin û 90 kes di dezgehê de dixebite. Aşik got ku her sal 500 ton mûyê ku ji 3 milyon bizinan tê bidestxistin, dihûnin û bi qasî 1,5 milyon mêtreqare kon çêdikin.
Aşik got ji bo peydakirina mûyê bizinan bi gelek qesap û şivanên li herêmên cur bi cur yên Tirkiyeyê re têkilî danîn û ji wan mû distînin.
Ji lengergeha Îzmirê tê şandin
Aşik got piştî ku mûyê ku berhev dikin, paqij dikin ji sedî 20 elyaf dixin nav û dirêsin, pişt re jî vê di dezgehê de dihûnin û dikin kon. Aşik got ku berê konên ku çêdikirin bi rêya bejî dişandin, lê piştî aloziyên Rojhilata Navîn bi rêya behrê ji lengergeha Îzmirê dişînin.
Aşik da zanîn ku konên reş di serî de Erebistana Siûdî, Lîbya, Sûriye, Dubaî, Cezayîr, Tunus, Fas, Iraq û Îsraîl îxracê gelek welatan dikin. Aşik got ku salan e bi qasî 70ê û 80ê konteyniran dişînin.
Alternatîfa mûyê bizinan tuneye
Aşik got ku welatên ereban piranî ji ber van sedeman konê reş tercîh dikin: Konê reş zivistanê germ, havînê hênik e, gava baran dibare çavikên wê diwerimin û nahêlin ku ba û baran bikeve hundir, di germê de jî diqirmiçe, çavikên wê vedibin û sirkûlasyona hewayê dike, klîmayeke xwezayî ye. Di ser de jî ji ber bêhna wê mar û dûvpişk jî nêzî konan nabin.