Nihat Kavşut
22 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 23 Berfanbar 2017
GAZÎANTEP
Murat Karahanê tenor yê dema biçûk e xweziya xwe bi Îsmet Sezgînê xalê xwe yê ji wezîrên berê ye tîne û dixwaze bibe siyasetmedar li ser daxwaza diya xwe perwerdeya muzîkê dibîne û niha jî li dinyayê hunermendekî navdar e.
Karahanê di operayên navdar yê dinyayê da cî digire daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir bi Orkestraya Filarmonî ya Lîmakê ra derketine tûrneya Tirkiyeyê û sitranên Zekî Muren dibêjin.
Murat Karahan diyar kir armanca orkestrayê ew e muzîka pirdengî belav bike û got em dixwazin muzîkên herêmî bi formeke dewlemend atapteyî muzîka pirdengî bikin.
Karahan diyar kir li ser daxwaza diya xwe bi muzîkê ra eleqedar bûye.
- Murat Karahan kî ye?
Murat Karahan sala 2003yan da ji Fakulteya Hunerên Sehne û Muzîkê ya Zanîngeha Bilkentê mezûn dibe. Bi Suna Korad û Prof. Pekîn Kirgizê hunermendên dewletê û Gurçîl Çeliktaşa Serrejîsora Bale û Operayê ya Dewletê ya Enqereyê ra dixebite. Karahan sala 2006an da master û sala 2010an da doktorayê dike û li Îtalya, Fransa û Almanyayê ji hunermendên navdar dersê distîne.