Haydar Şahin
21 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 22 Berfanbar 2017
ÎSTANBUL
Vê hefteyê 4ê wan xwemalî 8 fîlm dikevin vizyona sînemeyên Tirkiyeyê.
Derhêneriya fîlma "Mîrê Qaqlîbazan" Mehmet Ada Oztekîn dike û di fîlmê da Mehmer Gunsur, Nejat Îşler, Bîge Onal, Tîmuçîn Esen, Bariş Yildiz, Hakan Kurtaş û Ezgî Coşkun dilîzin.
Di fîlmê da qala merivekî ku nasiya xwe dide jinekê û jiyana wî diguhere dikin.
- "Tûj Şirîn Tirş"
Derhêneiya fîlma "Tûj Şirîn Tirş" Andaç Haznedaroglu dike û di fîlmê da Bugra Gulsoy, Ozge Ozpîrînçcî, Yusuf Akgun, Gozde Turkpençe, Osman Alkaş û Fusun Demîrel dilîzin.
Di fîlmê da qala eşqa du ciwanên li zanîngehê dikin û her ciwan hevalên hev ên zaroktiyê ne.
- "Xeyalşikestî"
Derhêneriya fîlma "Xeyalşikestî" Selîm Guneş dike û di fîlmê da Mert Tanik, Denîse Ankel, Bahar Yanilmaz, Bugra Koçtepe, Hakan Emre Unal, Cansu Firinci, Îlyas Ozçakir, Dîlek Koldaş û Lîla Gurmen dilîzin.
Senaryona fîlmê ji romana Mehmet Eroglu ya bi heman navî hatiye girtin.
- "Zordar"
Derhêneriya fîlma "Zordar" Hasan Karci dike û di fîlmê da Sînan Bengîer, Guray Kîp, Îsmet Erten, Erol Tezeren û Cengîz Guçlu dilîzin.
Di fîlmê da qala çeteyeke şaqiyan a ji Meksîkayê dikin.
- "Wonder Wheel"
Derhêneriya fîlma "Wonder Wheel" Woody Allen dike û di fîlmê da Kate Wînslet, Juno Temple, Debî Mazar, Justîn Tîmberlake, James Belushî û Max Casella dilîzin.
- "Heywax Diya Min Ji Ser Xwe Çû! 2"
Derhêneriya fîlma "Heywax Diya Min Ji Ser Xwe Çû! 2" Scott Moore û Jon Lucas dikin, di fîlmê da Mîla Kunîs, Krîsten Bell, Kathryn Hahn, Susan Sarandon, Justîn Hartley, Chrîstîne Baranskî, Jay Hernandez û Cheryl Hînes dilîzin.
- "Dev Jê Bernede"
Derhêneriya fîlma "Dev Jê Bernede"David Gordon Green dike û di fîlmê da Jake Gyllenhaal, Tatîana Maslany, Clancy Brown, Mîranda Rîchardson, Frankîe Shaw û Maggîe Castle dilîzin.
Di fîlê da qala jiyana karkerekî 27 salî yê ku di êrîşa bibombe ya li Bostonê hatibû kirin da birîndar bûye dikin.
- "Ferdînand"
Derhêneriya "Ferdînand" a fîlma anîmasyonê Carlos Saldanha dike û di fîlmê da qala Ferdînandê conge dikin. Ferdînand tê revandin û hewl dide ku xilas bibe û vegera mala xwe.