SİİRT
Li Hezoya navçeya Sêrtê qûrsa berikan hat vekirin.
Qûrs, bi hevkariya Qeymeqamtiya Hezoyê û Atolyeya Tevnê ya Kûrtalanê ve ji bo berdewamiya pîşeyê berikan hat vekirin. Keçên ciwan eleqeyeke mezin nîşanî qursa berikan da.
Berpirsiyarê Atolyeya Tevnê ya Kûrtalanê Bayram Demirtaş, daxuyanî da û got ku ev qurs ji aliyê Midûriyeta Îşkûra Bajêr ve tê fînanse kirin.
Demirtaş got ku 25 keçikan ji bo qursê qeyda xwe çêkir. Qurs dê 5 mehan bidome û piştî 5 mehan yên ku qeyd bûne dê çêkirina berikan hîn bibin. Piştî ku qursiyer perwerde bûn ew ê wan di atolyeyên xwe de îstixdam bikin.