DIYARBAKIR
Li Zanîngeha Dîcleyê (ZD) di nav du komên xwendekarên de ji ber "daliqandina afîşa" rageşî pêk hat.
Li gor agahiyan hin xwendekaran xwast ku bi munasebeta "Hefteya Jidayîkbûna Pîroz" afîşan daliqînin. Lê li fakulteya Zîreat, Mîmarî û Endezyariyê di nav endamên Komeleya Xwendekarên ZDyê û Kuluba Ciwana ya Agahiyê de ji ber nîqaşên daliqandina afîşan ragêşî pêk hat. Polêsan mudaxaleyê ragêşiyê kir.
Piştî rageşiyê komeke xwendekaran ji bo daxuyaniya çapemeniyê bide li ber Fakulteya Avahîsazî û Endezyariyê civiya, xwendekar ji vir hetanî ber Fakulteya Fen Edebiyatê meşiyan û li vir daxuyaniya çapemeniyê dan.
Xwendekar piştî daxuyaniyê ketin avahiyan û derî, pencere, pano û tûrnîkeyan şikandin û xwastin ku xwendekarên di dersan de, ji dersan derbikevin.
Piştî ku rageşî geş bû, polês ketin avahiyan, mudaxaleyê xwendekaran kirin û hin xwendekaran jî binçav kirin.
Polêsan, xwendekar sewqî Miduryeta Ewlehiyê ya Bajêr kirin.
Ji aliyê din ve Serokbajara BDPyê Zubeyde Zumrut hat cihê bûyerê, xwast ku bikeve fakulteyê. Lê polêsan destûr neda Zumrutê.