Nihat Kavşut
18 Gulan 2017•Rojanekirin: 19 Gulan 2017
ŞANLIURFA
Xelfetiya navçeya Şanliurfayê ya 4 sal berê bi destê Komîteya Kordînasyona Navneteweyî ya Cittaslowê ket tora "bajarên aram" bi xebatên der barê tûrîzmê da li Başûrê Rojhilatê Anadoluyê derdikeve pêş.
Li Xelfetiyê 5 meh ewil bi destê Wezareta Karên Navxweyî qeyum lê hat wezîfedarkirin û xebatên çandî, civakî û binesaziyê dewam dikin.
Şeref Albayrakê Qaymeqamê Xelfetiyê yê wek şaredar hatibû wezîfedarkirin daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir navçe bi malên xwe yên bi keviran hatine çêkirin û tebîeta xwe bala tûrîstan dikşîne.
Albayrak diyar kir li navçeyê potansiyela tûrîzmê zehf e û got bi xebatên tên kirin hejmara tûrîstên xwemalî û biyanî zêde dibe.
Şeref Albayrak destnîşan kir îsal hêviya wan a ji tûrîzmê zêde ye.