Rektorê ZYYê Prof. Dr. Peyamî Battal bi tîmeke ji 25 kesan pêkhatî re, xebat qontrol kir û bi serokê kolanan Şahabetîn Ozturk re li mizgeftan geriya.
Battal berhemên ku di kolanan de derketin holê û nûkirina li mizgeftan nêrî û mifta deriyê Mizgefta Minare Sor ya ku di kolanan de derket holê û çînî û parçeyên kûzan nîşanî rojnamevanan da.
Battal piştî gera mizgeftan daxuyaniyek da nûçegihanan û bi bîr xist ku di Bajarê Vana Kevn de îbadetxaneyên cihû, xaçparêz û misilmanan hebûn û ev yek jî gelekî xweş nîşan dide ku bi civakî ji mirov û dînan re rêz hatiye girtin.
Battal diyar kir ku Wan bi cûdahiyên xwe derdikeve pêş û ev yek li Wana Kevn jî tê dîtin û wiha axivî: "Me bi saya bermahiyên Wana Kevn dît ku kesên mensûbê sê dînan li vir bi hev re, bi biratî jiyane. Vê rewşê wekî Mêrdînê bi salan li Wanê jî dewam kiriye. Berê ji kîjan dînî dibe bila bibe, me kariye bi biratî û dostanî bi hev re bijîn. Em vê yekê ji niha pê de jî dikarin bidomînin. Lewra ev di çand, kevneşopî û baweriyên me de heye. Ji ber vê yekê jî divê em vana jîndar bêhlin. Divê nifşên li pey me jî vana bibînin."
Battal got ku ev mizgeftê di demeke kurt de bê nûkirin û dê ji bo îbadetê vekin û diyar kir ku zindîgirtina berhemên dîrokî ji bo nifşên bê taybetiya parastinê di xwe de dihewîne.
Alk. Doç. Dr. Ozturk dest nîşan kir ku wek zanîngeh li Kelha Wanê û Bajarê Wana Kevn de di 32 cihên ji hev cuda de xebatên kolan û nûkirinê dikin û diyar kir ku xebatên li mizgeftan dewam dikin.