Wezareta Çandê ya Ermenistanê xelata "Krikor Naregatsî" da nivîskarê kurd Yaşar Kemal.
Heyeta ku ji nûnerê Wezîrê Çandê ya Ermenistanê Seyranuhî Geghamyan, parlamenterê Ermenistanê Aragats Akhoyan û nûnerên Konseya Ermeniyan yê Rojhilatê Vahan Melîkîan û Sevag Ardzrunî pêk tê ji bo ku xelata "Krikor Naregatsî" bidin nivîskar Yaşar Kemal hatin Tirkiyeyê.
Nûnerê wezaretê Seyranuhî Geghamyan di ziyaretê de wiha axivî:
"Gelê me bi nêrîneke mirovî, bi zanîneke sedsalan ve fêrî nifşên xwe yên nû dike ku divê gavên erênî bê bersîv nemînin. Îro ez û hevalên xwe ji bo vê li vir in. Em hatin sipasiyên gelê xwe pêşkeşî wî bikin ku ew li ber xerakirina Dêra Ermeniyan Xaç a Surpê ya li Axtamarê sekiniye û wêrekiyek nîşan daye."
Yaşar Kemal jî diyar kir ku li Anadoluyê axeke çandê ya hezar salan heye û wiha axivî:
"We bi xelata "Krikor Naregatsî" şeref da min. Krîkorê ji Narekê qasî helbestvanî û kesayetîya xwe, bi helbestên xwe yên ku hezar sal e dijî ve jî pir girîng e û ew hemşehriyê min e. Ez sipasiya Wezarata Çandê ya Ermenistanê dikim ku li ser navê Ezîz Krîkor Naregatsî yê ku ji hezar salan pê ve bi zimanê evînê bang dike pireyeke dostaniyê ava kir. Daxwaza me ya hevpar ev e ku cihaneke ku dijminahî bibe dostanî, hêrs bibe hezkirin ava bibe.
Hat diyar kirin ku xelata ku Wezareta Çandê ya Ermenistanê pêşkeşî Yaşar Kemal kir, navê xwe ji keşîş, helbestvan û feylesof Grîgor (Krîkor) hildide. Grîgor di navbera salên 951-1003an de jiyaye. Lê wî bi piranî li wanê Keşîşxaneya Yemîşlikê ya ku nêzîkî Girava Axtamarê jiyana xwe derbas kiriye û ji bo zimanê Ermenîkî ya wêjeyî gelek ked daye.