Haydar Şahin
25 Gulan 2019•Rojanekirin: 04 Hezîran 2019
Li gor xebera di BBCyê da hat weşandin, Navenda Hişê Çêkirî ya li Moskovaya peytextê Rûsyayê ya Samsungê tabloya Mona Lîsayê avêtin hundirê sîstema hat pêşxistin û hat dîtin ku sîstemê dev, lêv, çav û biriyên tabloyê da lîstin û tablo da axaftin.
Navenda Hişê Çêkirî sîstemeke wisa ava kir ku ji resmê serûçavan an jî ji tobloyekê vîdeoyeke sexte ya gelekî nêzî rastiyê ya wêne tê da dikene, diaxive amade kir.
Bi saya tekonolijiya navê wê danîn DeepFake Al va berê jî vîdeoyên sexte dihatin kişandin lêbelê ji bo sîstema vîdeoyê amade bike çend wêneyên cuda li sîstemê dihatin zêdekirin.
Sîstema Samsungê bi tenê wêneyekê va vîdeoyê dikişîne, bi xwe dev û çavan dide hereketkirin ji ber vê jî gava dawîn a di vê qadê da ye.
Sîstem rûyê wêneyekî wekî çavkanî ji xwe ra hildide. Îfadeyên wekî ken û axaftinê ji wî rûyî hildide û li ser hedefa vîdeoyê zêde dike.
Lêkolîneran ji xêncî wêneyê Mona Lîsayê wêneyên Marilyn Monroe, Fyodor Dostoyevski û Albert Einstein jî avêtin sîstemê û vîdeoya wan hazir kirin û avêtin YouTubeyê.