Esat Fırat
21 Îlon 2026•Rojanekirin: 21 Îlon 2026
Li herêma el-Hadabayê ku dikeve rojavayê beldeya el-Iysa li başûrê rojavayê Heleba bajarê Sûriyeyê di qada eskerî ya aîdê artêşa Sûriyeyê da teqînên tund çêbûn.
Li gor nûçeya SANAya ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyeyê, li gor tesbîtên ewil di teqînên li qada eskerî da 4 kes birîndar bûn.
Di nûçeyê da hat gotin ku miqamên rayedar seba kifşkirina çavkanî û sedema teqînan tedqîqat da destpêkirin.
Midûrê Operasyonê yê Rêvebiriya Rewşa Acil û Afatê ya Helebê Faysal Mihemed Elî daxuyanî da û diyar kir, ji ber ku teqînan dewam dikir, di serî da ekîbên lêgerîn û xelaskirinê û tenduristiyê di gihîştina herêmê da tengasî kişandin.
Ekîbên Parastina Sivîlan gihîştin herêmê û li gor tesbîtên ewil 4 birîndar texliye kirin.
Hat gotin ku seba pêkanîna ewlehiya sivîlan û hêsankirina xebatên texliyekirinê xaniyên nêzîk hatin valakirin, rêyên ku diçin herêmê jî ji trafîkê ra hatin girtin.