DIYARBEKIR
Li Çinarê navçeya Diyarbakirê "Mîhrîcana Çand û Birincê Qerecdaxê" hat lidarxistin.
Mîhrîcana Çand û Birincê Qerecdaxê, ji aliyê Qeymeqamtiya Çinarê, Midûriyeta Xurek, Çandin û Sewalkariyê ya navçeyê û Odeya Ziraetê ya navçeyê ve, li gundê Yarimkaşê hat lidarxistin.
Alîkarê Serokê Xurek, Çandin û Sewalkariyê Kûtbettîn Arzû bal kişand li ser girîngiya mîhrîcanê û got ku birincê Qerecdaxê li herêmê tê nasîn, lê li giştiyê welêt nayê zanîn û wiha dewam kir: "Qerecdax, di dinyayê de wek navenda dexl û dan tê zanîn. Ev dexl û dan, ji Qerecdaxê li dinyayê belav bûne. Hêj jî ev ber ji vê herêmê tên komkirin û tên veşartin da ku di pêşerojê de ji genên van dan û dexlan sûdê werbigrin. Divê birincê Qerecdaxê li herêmê bê nasandin."
Arzû di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Di 10 salên dawî de Tirkiye pir guherî. Niha kanalên avê tên çêkirin ku ev pir girîng in. Bi çêkirina van kanalan dê herêm ji hêla çandiniyê ve zêdetir pêş bikeve. Niha bendava Farqînê li ber temambûnê ye, bi temambûna bendavê dê 2 milyon û nîv erazî di bin avê de bimîne. Bi temambûna bendav û kanalan, li herêmê 4 milyon donim erazî de dê bê avdan."
Di çarçoveya mîhrîcanê de xwendekaran helbest xwend, mamosteyên muzîkê konser da û welatiyan jî goven girt. Alîkarê Waliyê Diyarbakirê Zafer Engîn, Sekreterê Giştî yê Ajansa Geşedanê yê Qerecdaxê Îlhamî Karakoyûn û gelek kes beşdarî mîhrîcanê bûn.