KARS
Xirbeyên aniyê ku xwediyê dîrokeke kevn in ji navenda Qersê 42 kîlomêtre dûr in. Di mehên payîzê de jî gelek tûrîstên xwemalî û biyanî tên û vê derê ziyaret dikin.
Li Aniyê ji ber ku avahiyên sê şaristaniyan jî hene jê re dibêjin "Bajarê Olan". Niha li Aniyê 21 xirb hene û ev xirb ji bo wênekêşên dereke bêhempa ye. Gelek tûrîst û wênekêşên xwemalî û biyanî tên û li vê derê ziyaret dikin û wêneyan dikişînin.
Midûrê Bajêr yê Çand û Tûrîzmê Hakan Doganay daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku welatî bi Xirbeyên Aniyê kêfxweş dibin û ji bo tûrîzma bajar jî ev cih gelekî girîng e.
Doganay hejmara tûrîstên ku Xirbeyên Aniyê ziyaret kirine parve kir û got: "Di sala 2012an de 43 hezar û 657 kesên bi bilêt xirabeyên Aniyê ziyeret kirin. Ev der ji bo nasandina Qersê cihekî gelek girîng e. Niha demsala payîzê ye lê him ji derveyê welêt û him jî ji nav welêt tûrîst tên vê derê ziyaret dikin. Bi taybetî jî ji bo wênekêşan evder wek studyoyekê ye. Ji bilî Kavilên Aniyê gelek cihên me yên din ên ku mirov dikare lê bigere hene. Qesra Katerînayê ku li Sarikamişê jî ji van cihan yek e. Dîsa li navçeyê Navenda Şiqitandinê ya Bayraktepeyê heye ev der jî di zivistanê de bi tûrîstan tije dibe."