HEWLÊR
Li Herêma Kurdistana Iraqa Federal dê "Mîhrîcana Hello Erbîl" were lidarxistin. Di çarçoveya mîhrîcanê de serîlêdanên peşbirka xweşikbûnê dest pê kirin. Gerînendeyê Giştî yê Turîzmê Tofîk Şefîk, dazanîn ku pêşbirka xweşikbûnê ya duyemîn tê lidarxistin û serîlêdanan dest pê kiriye. Şefik, da zanîn ku şert û mercên pêşbirkê wiha hatina diyarkirin: "Divê endam, keçikên welatiyên Iraqê bin. Dive ji bilî kurdî bi îngilîzî jî bizanibin. Divê qama wan herî kem 160 cm be û ne qelew bin."
Şerîf got pêşbirk, dê di navbera 8ê tebax û 9ê îlonê de were lidarxistin û ji bo vê yekê ekîbeke profesyonel amade ye.
Di mîhrîcanê de dê danasîna xwarinên kurdan jî bê kirin. Şerîf, eşkere kir ku di mîhrîcanê de ji bo ku bikeve Pirtûka Rekorên Guinnessê dê aktîvîteyên xwarinê jî bêne kirin.
Ji aliyê din tê gotin dibe ku ji ber peşbirka xweşikbûnê bertek bên nîşandayîn. Lewra par li herêmê heman pêşbirk, ji aliyê mirovên dîndar û birêvbirên partiyan ve hatibû protestokirin.