ARDAHAN
Li navçeya Goleyê, di çarçoveya 18emîn Mîhrîcana Penîrê Kaşar de pêşbaziya berx, dewar û golika herî xweşik hat lidarxistin.
Mîhrîcan ji aliyê şaredarî, qeymeqamtî û hin komelayan ve, li zozana Goleyê hat kirin. Mîhrîcanê bi stranên dengbêjan dest pê kir.
Walî Seyfettin Azizoglu der barê mîhrîcanê de axift û diyar kir ku bi saya mîhrîcan û şahiyên wisa welatî tên li bal hev, her wiha ev yek piştgiriyê dide yekîtî û yekbûnê.
Şaredar Sabri Muratoglu jî dest nîşan kir ku bi saya mîhrîcan û şahiyên wiha Gole tê nasîn. Muratoglu got: ''Armanca me danasîna penîrê Goleyê ye û em di vê mijarê de jî bi ser ketine. Lewra li her bajarê Tirkiyê penîrê Goleyê tê nasîn û xwarin.''
Paşê koma govendê derket û welatiyan govenda wan gelek eciband.
Di pêşbaziya berx, dewar û golika herî xweşik de jî golika herî xweşik bû ya Barış Kayıkçı. Di beşa dewara herî xweşik de Yener Kayıkçı û di beşa berxa herî xweşik de jî Mert Yılmaz bûn yekem.