Fatih Gazioğlu
03 Mijdar 2017•Rojanekirin: 07 Mijdar 2017
GAZÎANTEP
"Neqşên Entabê" yên ku demekê di nava cihêzên keçan de cih digirt, niha bi saya kursyaran dibine pêlav, cente, mîntan, cilên zava û bûkan.
Keçên ciwan li Kursên Perwerdeya Pîşe û Hûnerê (GASMEK) ya Şaredariya Bajarê Mezin a Gazîentabê kursa "Neqşên Entabê" dibînin.
Hatîce Yilmaza Seroka GASMEKê ya Hûnerên Destan daxuyaniyek da nûêegihanê AAyê û got ku "Neqşên Entabê" ji bo bajêr nirxeke gelekî giring e. Yilmazê got ku çêkirina van neqşan karekê zor û zehmete û kedeke mezin dixwaz e.

Yilmazê wiha axivî:
"Çêkirina van neqşan gelekî wextî dixwaze lê encama wê gelek baş dibe. Bi taybetî ji bo estetîkê çavên merivan têr dike."
Ji kursyaran Burcu Çelîkozê jî got ku ew salek û nîve perwerdeya "Neqşên Entabê" dibîne û ew gelek memnun e. Çelîksozê got ku bi saya vê perwerdeyê ev çand wê her dem bijî.