Haydar Şahin
02 Mijdar 2017•Rojanekirin: 03 Mijdar 2017
ÎSTANBUL
Vê hefteyê 3yê wan xwemalî 6 fîlm dikevin vizyonê.
Derhêneriya fîlma "Ketenpere"yê Kamîl Çetîn dike û di fîlmê da Şafak Sezer, Hakan Ural, Mehmet Esen, Elîf Erol, Orhan Aydin, Serkan Şengul, Volkan Başaran û Turabî Çamkiran dilîzin.
Fîlm di cureya komediyê da ye û di fîlmê da qala serpêhatiyên "Kalender" dikin ku di saziyeke lîstikvanan da dixebite.
- "Bêhna Herî Xweş a Dinyayê 2"
Derhêneriya fîlma "Bêhna Herî Xweş a Dinyayê 2" Mustafa Ugur dike û di fîlmê da Riza Kocaoglu, Tuba Unsal, Bestemsu Ozdemîr, Ege Aydan, Burak Altay û Esra Ruşan dilîzin.
Di fîlmê da qala Hakanê ku aşiqê Deryaya ku miriye dikin.
- "Ez Dibêjim OHA"
Derhêneriya fîlma "Ez Dibêjim OHA" Ersan Ozer dike û di fîlmê da Melîh Abuaf, Firat Sobutay, Alper Rende, Bahar Şahîn û Mert Karadaş dilîzin.
- "Birek: Efsaneya Jîgsaw"
Derhêneriya fîlma "Birek: Efsaneya Jîgsaw" Peter Spîerîg û Mîchael Spîerîg dikin û di fîlmê da Matt Passmore, Tobîn Bell, Callum Keîth Rennîe, Mandela Van Peebles, Laura Vandervoort û Brîttany Allen dilîzin.
- "Çarkoşe"
Derhêneriya fîlma "Çarkoşe" Ruben Ostlund dike û di fîlmê da Claes Bang, Elîsabeth Moss, Domînîc West û Terry Notary dilîzin.
- "Rojnivîskên MacerayêÇ Rêwîtiya Hîva Bisêr"
Fîlm ji çîroka Satyajit Rayê xwediyê "Xelata Rûmetê ya Oscarê" hatiye çêkirin û anîmasyon e. Di fîlmê da qala macerayên Moyê 9 salî û Melodya 12 salî dikin.