ADIYAMAN
Çiyayê Nemrûdê yek ji wan ciyên dîrokî ye ku derketin û avabûna rojê lê tê temaşekirin û eleqeyeke mezin dibîne. Piştî ku berf heliya peykerên li çiyayê Nemrûdê bi bedewiya xwe derketin holê.
Mezelê Qralê Kommageneyê Antîokus jî li çiyayê Nemrûdê ye û wek mayîn çiyayê Nemrûdê di Lîsteya Mîrateya Cîhanê ya UNESCOyê da cî digire.
Çiyayê Nemrûdê ku 2 hezar û 206 bilind e, her sal tûrîstên biyanî û xwemalî eleqeyeke mezin nîşan didin.
Rêberê tûran Onur Yildiz daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got heger baş were nasandin wê eleqeya li ser Nemrûdê zêde bibe.
Yildiz destnîşan kir ku divê ji bo çûn û hatinê jî rê baş were çêkirin da ku tûrîst bên dîtina Nemrûdê.
Ji ziyaretvanan Mehmet Bagci jî diyar kir ku hilkişîna çiyê Nemrûdê zehmet e.