Piştî ku hin guherînên qanûnî ve astengiyên li ber kurdî ji holê rabûn, pirtûkên dînî jî êdî di pirtûkfiroşan de cih digrin.
Pirtûkên ku ji hêla mele û feqiyên ku di medreseyan de perwerde dîtine ve hatine vergerandin, lê ji ber qedexeya ziman nedihatin çapkirin, êdî li herêmê gelek cihan derdikevin holê û tên firotan.
Rektorê Zanîngeha Artukluya Mêrdînê Prof. Dr. Ahmet Agirakça got ku berê kurdî û erebî axaftin qedexe bû û gelek berhemên ku wergera wan a kurdî hatibûn kirin dernediketin holê.
Prof. Dr. Agirakça wiha axivî: "Êdî mela û zanyarên me dikarin pirtûkan ji erebî wergerînin kurdî, ji kurdî jî wergerînin Tirkî. Li welatê me mirov êdî dikarin bi zimanê xwe biaxivin û bi zimanê xwe berheman binîvîsin. Em ji ber vê pir kêfxweş in. Wergera Qur'anê ya kurdî jî heye. Meleyên kurd di nav vê rewşa azad de xebatên xwe zêdetir kirin."
Agirakça got ku tefsîr û hedîsên kurdî jî hene û wiha dewam kir: "Min li Mûşê meleyek nas kir. Min dît ku wî Buxarî wergerandiye kurdî. Wisa bêqisûr û bêkemasî bi dest nivîsandiye ku mirov kêfxweş dibe. Herhal dema ku wî ew qedand cara ewil em ê bi kurdî vê xabetê bibînin."