Önder Beyter
01 Hezîran 2017•Rojanekirin: 01 Hezîran 2017
ÎSTANBUL
Emanetên Pîroz ên giranbiha ên ku piştî sefera Misirê ya Yavuz Sultan Selim anîn Stenbolê, li Odeya Xas a Qesra Topkapiyê 500 sal e tên parastin û û herwiha numayîşkirin. Di meha Remezanê da bêtir ziyaretvan diçin dîtina emanetên pîroz.
Bi sedan emanetên wekî fayke û riyê hezretî Mûhemmed û herwiha qutiya ku diranê wî yê ku di şerê Uhudê da şikest tê da ye, şopa piyê wî, nameyên wî, şûr û tîrê wî, şelbikê ku tê da av vexwariye, qoşxaneya hezretî Îbrahîm, gopalê hezretî Mûsa, şûrê hezretî Dawûd, yê hezretî Elî, yê hezretî Ebûbekir û yê hezretî Omer, cubeya hezretî Yûsuf, îşlik, fayke, sicade û sandoqa hezretî Fatmayê yên ku bêhn û bereketa esra Pêxember jê tên, li Jûra Emanetên Pîroz a Qesra Topkapiyê tên numayîşkirin.
Jûra Emanetên Pîroz ligel 24 saet tîlaweta Qur'ana Kerîm mazûvaniya ziyaretvanan dike.
Serokê Muzeya Qesra Topkapiyê Prof. Dr. Mustafa Sabri Kuçukkaşci di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê da destnîşan kir ciyê ku niha wekî Jûra Emanetên Pîroz tê emilandin, di wextê xwe da odeya xas a Fatih Sultan Mehmet bû.
Kuçukaşci da bibîrxistin ku eşyayên pîroz ên Pêxember piştî sefera Misrê ya di 1517an da anîn Stenbolê û herwiha ji wê rojê heya îro ev eşya di vê jurê da tên mihafezekirin.