AGRI
Qesra Îshaq Paşa bi mezinahiya xwe piştî Qesra Topkapiyê ya duyemîn e. Ji ber vê taybetiya wê, ji aliyê gelek turîstan tê ziyaretkirin.
Midûrê Çanda Bajêr û Turîzmê Muhsîn Bûlût daxuyanî da AAyê û got ku ji sala 2010an vir ve bi alîkariya Wezareta Çand û Turîzmê, xebatên restorasyonê tên kirin û hindik maye xebat bi dawî bibin. Bûlût wiha dewam kir: "Ji meha kanûnê heta niha ji 100 hezarî zêdetir turîstî qesr ziyaret kir. Li ser vê yekê ji bo ewlehiyê, li qesrê kamereyên herî teknolojîk hatin bicihkirin.