Haydar Şahin
04 Nîsan 2018•Rojanekirin: 05 Nîsan 2018
AGRI
Ji ber berfa ku li Bazîda navçeya Agiriyê dibare Qesra Îshaq Paşa ya dîrokî û der û dorê wê çîl û sipî bûn û dîmenên xweşik derketin holê.
Qesra Îshaq Paşa ya jî mînakên mimariya Osmaniyan a li Anadoluyê bi taybetiya xwe ya dîrokî û ciyê xwe yê wekî hêlîna qertalan va balê dikişîne. Qesr ji ber berfa ku di meha nîsanê da barî çîl û sipî bû û dîmenên balkêş derketin holê.
Bilindahiya ciyê Qesra Îshaq Paşa hezar û 900 mêtre ye û qalindahiya berfa ku li wê derê barî gihîşte 10 santêmî. Ji ber ku herêma qesr lê ye zehf bilind e carcaran biharê jî berf dibare.
Qesr di dema Dewleta Osmaniyan û Heyama Laleyan da hatiye avakirin, wekî mînaka herî tesîrdar a heyamê tê zanîn. Her demsalê tûrîstên xwecî û biyanî tên ziyareta herêmê û wêneyên qesrê dikişînin.
Xêncî qesra dîrokî, Mizgefta Beyazid, Tirbeya Ehmedê Xanî û Kelha Urartuyan jî bi xêliya çîl û sipî xemilîn.