AGRI
Şahî li Gola Masiyan ya li sînorê navçeya Taşlicayê hat lidarxistin. Waliyê Agiriyê Mehmet Tekînarslan, Parlementerên Ak Partiyê Kerîm Yildiz û Fatma Salman, Şaredarê Agiriyê Hasan Arslan, serokên saziyên sivîl yên Agiriyê, qeymeqam û şaredarên navçeyan, midûrên saziyan û gelek welatî beşdarî şahiyê bûn.
Tekînarslan di axaftina xwe de got, çawa ku çolistan hewceyî baranê ne, çiya û zozan jî wisa hewceyî aramî, coşî û şahiyê ne. Tekînarslan anî ziman ku jin, mêr, zarok, Agiriyî, Îdirî, Erziromî û gelek mirovên ku li her derên Tirkiyeyê hatin, di nav kêf û coşê de şahiyê pîroz dikin.
Tekînarslan diyar kir ku gelê herêmê heta niha gelek zehmetî kişand lê îro li şûna wan zehmetiyan yekîtî û bihevrebûn heye û got ku gelê li vir aniye ziman ku ji şer û pevçûnan bêzar bûne, ji ber vê yekê jî me xwest ku em şahiyekê li dar bixin û gel bînin vira.
Tekînarslan diyar kir armanca wan ew e ku şahiyê her sal li dar bixin û got ku Xwedê car din li van derana şer û şîdetê nîşanî me nede.
Tekînarslan bal kişand ser şerên li Afganistan, Misir û Sûriyê dewam dikin û got ku heke em li vê erdnîgariyê bi şanazî û serfirazî, bi hêz bijîn, bi bawer bin ku dê hemû mezlûm û misilman bi dilekî rehet di cihên xwe de razên.
Tekînarslan piştî axaftina xwe konên malbatên ku hatin şahiyê ziyaret kirin û li xwarinên herêmî yên ku hatin îkramkirin tam kir.
Şahî bi govend û geşta tekneyê bi dawî bû.