HAKKARİ
Mîhrîcan li gundê Otlucaya 10 kîlometir dûrî navenda bajêr hat lidarxistin û ji bilî gundiyan gelek kes beşdar bûn.
Gundî sibê zû hatin qada berxbirê û di bin tavê de ser hemdê xwe hiriya berxên ku duh şûştibûn, birîn.
Ji niştecihan Ebdûrehman Ertuş got ku berxbirê wekî kevneşopiyekê her sal dubare dikin û rojek beriya berxbirê berxên xwe di çem de dişûn.
Ertuş diyar kir ku îro jî dest bi birîna hiriyê berxan kirin û got ku em her sal rojekî diyar de mihrîcana berxbirê li dar dixin. Me îsal jî ev mîhrîcan li dar xist. Gelek kes beşdarî berxbirên ku wekî cejnê derbas dibin, bûn.