06 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 08 Berfanbar 2015
ÎSTANBUL
Şekercî Xana ku Seîdê Kurdî, Mehmet Akîf Ersoy û Ahmet Hamdî Tanpinar jî lê mane, vê gavê li benda restorasyonê ye, lê ji ber ku pirsgirêka milkiyeta wê heye, nayê restorekirin.
Şekercî Xan li nêzî Mizgefta Fatîhê li ser kolana Îslambolê û kuçeya Sûka Maltayê ye. Dibêjin ku di dewra Fatîh Sultan Mehmet (1451-1481) da bi Kulliyeya Fatîhê ra hatiye çêkirin. Ji ber ku mîmariya sedsala 15emîn û sedsala 17emîn li ser avahiyê heye, kifşkirina dîroka wê zehmet e.
Seîdê Kurdî, Mehmet Akîf Ersoy û Ahmet Hamdî Tanpinar û nivîskar û şair li vê derê mane. Vê gavê ji ber pirsgirêka milkiyetê nayê restorekirin.
Şaredariya Fatîhê projeya Şekerci Xanê radestî Lijneya Parastinê kir. Di 4ê hezîrana 2014an da roloveya wê hat pesendkirin, pêvajoya pesendkirina projeya restîtasyon û restorasyonê hê dewam dike.
Civaknas Mufît Yuksel li ser gelek avahiyên dîrokî yên li Stenbolê lêkolîn kiriye û raporên wan avahiyan radestî Şaredariya Mezin û Fatîhê kiriye. Yuksel daxuyanî da nûçegihanê AAyê û israr dike ku Şekercî Xan di dewra Fatîh Sultan Mehmet da hatiye înşakirin.
Yuksel got ku her du qatên xanê di sedsala 15emîn da, qata sêyemîn û lêzêdekirninên vê axiriyê jî di sedsala 17emîn da hatine çêkirin û wiha dewam kir: "Şekercî Xana ku 100 odeyên wê hene, wextekî cihekî meşhûr bû û mazûvaniya kesên navdar dikir. Ji ber ku nava wê û dikanên der û dora wê di destê kesên cuda cuda da ne, restorasyona wê nayê kirin. Dibe ku xwediyê wan zêde pere dixwazin, lê divê avahiyên wiha werin parastin û bibe malê çandî yê qamûyê."