08 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 10 Berfanbar 2015
ERZURUM
Li Yakûtiyeya navçeya Erziromê 800 avahiyên ku derdora berhemên dîrokî yên ji heyama Selçûkî û Osmaniyan mane, digirtin bi nêzî 95 milyon lîreyî ji xwediyên wan hatin kirîn û hatin hilweşandin.
Şaredarê Yakûtiyeyê Alî Korkut daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku di nav sînorên navçeya wan de gelek berhemên dîrokî hene.
Korkut got ku ji roja dest bi wezifeyê kirin heta niha derdora Medreseya Yakûtiyeyê û Mizgefta Lala Paşayê çêkirin û cara ewil jî vekirina derdora berhemên dîrokî wek mijarên sereke qebûl kirin û bal kişandin serê.
Şaredarê Yakûtiyeyê Korkut destnîşan kir ku ew bi Wezareta Pêşketinê re ji bo qada 150 donimî ya Sê Kûmbet jî di nav de gelek berhemên dîrokî lê hene proje amade dikin.