Haydar Şahin
27 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 28 Tîrmeh 2017
ŞANLIURFA
Şikeftên Înbaşiyê yên li Bozovaya navçeya Şanliurfayê bi xweşikiyên xwe yên tebîî û dîrokî va li benda keşifkirinê ne.
Li taxa Yenikoyê ya li başûrê rojavayê Bendava Ataturkê gelek şikeft, gidûkên keviran û aşê avê yê ku tê texmînkirin di dema Romayê da hatine çêkirin bi xweşikahiyên xwe li benda ziyaretvanan in.
Di Şikeftên Înbaşiyê da hewzeke siriştî jî heye û gelê herêmê havînê ji bo ku hênik bibe tê vê derê.
Li herêma ku nîvro germahiya hewayê 50 pileyî nîşan dide gel tê û dikeve hewza avê ya sar. Hin welatî jî diçin dikevin ava Çemê Feratê.
Muslum Çobanê Serokê Odeya Rêberên Tûrîstan a Herêmê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku herêm zehf nayê zanîn lêbelê tûrîst eleqeyeke mezin nîşanî herêmê didin.
Çoban got bawer dike ku li Şikeftên Înbaşiyê xebatên hewce dikin bên kirin ew ê tevkariyeke mezin bide tûrîzma Şanliurfayê û wiha axivî: "Em hem wek gelê herêmê hem jî wek karsazên tûrîzmê li bendê ne ku ji bo tûrîzma herêmê xebat bên kirin. Di vê çarçoveyê da dibê Şikeftên Înbaşiyê jî tevlî tûrên Bendava Ataturkê û Çiyayê Nemrûdê bikin. Ez bawer dikim ku piştî xebatên ku hewce dikin herêm ew ê ji bo tûrîzma Bozovayê û Şanliurfayê zehf kêr bê."