Ava sûsê ya ku bi taybetî li Herêma Başûrêrojhilat ê Anadoluyê tê vexwarin û firotin, di meha remezanê de jî ji ser sifreya fitarê kêm nabe.
Tê gotin ku ava sûsê ji bo gelek nexweşiyan şîfa ye û herî zêde li herêmên ku di demsala havînê de zehf germ dibin tê firotin. Şerbetfiroşên ku cil û bergên herêmî li xwe dikin û ava sûsê sûk bi sûk digerînin, bi hatina remezanê ve şerbetê zêdetir difroşin. Welatiyên ku di bin germa havînê de rojiyê digrin, ji bo xwe honik bikin ava sûsê distînin.
Welatiyên ku rojiyê digrin, di meha remezanê de şerbeta ku ji rehên sûsê tê çêkirin ji ser sifreyên xwe kêm nakin.
Halîl Gezerê (54) ku 40 salin li Entabê ava sûsê difroşe daxuyanî da nûçegihanê AAyê. Gezer got ku bavê wî jî ava sûsê firotiye û destnîşan kir ku gelê herêmê di mehên havînê de ava sûsê zehf distîne û ava sûsê ji bo gelek cureyên nexweşiyan jî şîfa ye.
Gezer got ku di meha remezanê de şerbet zêdetir tê firotin û wiha axivî: "Di meha remezanê de rojane 100-150 naylonên ku qasî lîtreyek û lître û nîvek şerbet dikeve wan dihatin firotin. Bi hatina remezanê re ev hejmar derket 5-6 hezar naylonî."
Gezer got ku gihayê sûsê li devê çem û cihên avî bixwe şîn dibe û wiha dewam kir: "Em rehên sûsê dişon û davêjin beroşan. Ev reh bi qasî 2 saetan di beroşên av dagirtî de dimînin. Piştre em cemedê davêjin nava vê avê û demek disekinin, piştî ku ava sûsê dicemide em dibin difroşin. Welatiyên me yên ku rojî digrin fitara xwe bi ava sûsê dikin. Welatiyê me bi vî awayî xwe honik dikin."