Xetîb Ehmed Şahînê ji Sûriyeyê ku ji ber şer xwe sipart Qosera navçeya Mêrdînê, ji ber ku astengdar e û nikare xwarin çêke, bi taştê fitara xwe dike.
Şahînê (46) ku felç e tevî 2 zarokên xwe ji ber şerê li Sûriyeyê xwe sipart Tirkiyeyê.
Ji ber ku seqet e 8 sal berê jî jina Şahîn ew terikand. Şahîn di xaniyê ku kirê kiriye de tizbiyan difiroşe û debara xwe pê dike.
Şahîn daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku ji ber şerê li Sûriyeyê xwe sipart Tirkiyeyê û wiha got: "Tevî 2 zarokên xwe ji ber şerê li Sûriyeyê me xwe sipart Tirkiyeyê. Di meha remezanê de em di fitar û paşîvê de zeytûn û penêr dixwin."
Şahîn diyar kir ku piştî ku xanima wî ew terikand zehmetî kişand û wiha xeberda: "Ji ber ku ez astengdar û feqîr bûn, jina min ez terikandim. Di rojiyê de jî kes tuneye xwarin çêke. Ji ber ku nikarim xwarin çêkim, di fitarê de ez û zarokan zaytûn penêr dixwin. Carna zarokên min jî rojî digirin. Carna cînarên me ji me re xwarin tînin. Ev nêzî 8 sal in bi vî halê xwe kurê xwe yê 12 salî û keça xwe ya 10 salî mezin dikim. Em ji dewletê alîkarî dixwazin."