ANKARA
Wezîrê Daristan û Karên Avê Veysel Eroglu, eşkere kir ku dê kulîlka gulnixwînê ku yek ji kulîlkên kêmdîtî ye biparêzin. Eroglu, bi daxuyaniyeke nivîskî da zanîn ku ji bo parastina gulnixwînê û pêşîlêgirtina qaçaxcîtiya nebatan tedbîr sitendine.
Eroglu, diyar kir ku ji bo xwedîlêderketina gulnixwînê di nav gel de belav bibe him gelê herêmê him jî yekîneyên ewlehiyê perwerde dikin û ligel vê yekê jî çinîn û derxistina wê ya li derveyî welat hatiye qedexekirin. Cezayê kesên ku li gorî vê yekê tevnegerin dê ji 32 hezar lîreyan dest pê bike.
Eroglu, dest nîşan kir ku tîmên Midûriyeta Av û Daristanan, îxbaran dinirxînin û ji bo pêşîlêgirtina qaçaxcîtiya nebatan venêrîn zêde kirine. Piştre bal kişand ser xweşikbûna gulnixwînê û ev wek kulîlkeke nûwaze bi nav kir.
Wezîr Eroglu, destnîşan kir ku tovê gulnixwînê li ber xetereya xelasbûnê ye û wiha dewam kir:
"Navenda belavbûna gulnixwînê Batman e, lê bi awayekî qaçax li welatên Ewropa tê firotin. Gulnixwîn, him ji bo çêkirina dermanan him jî ji bo xemilandina mekanan tê bikaranîn. Ev kulîlka bêhempa, li Hekarî, Wan, Bidlîs, Erzirom û Batmanê şîn dibe. 167 cureyên vê kulîlkê hene û herî zêde cureyên vê li Tirkiyê şîn dibin. Li gorî lêkolînan 43 cureyên gulnixwînê li Tirkiyê hene û 20 jê cureyên endemîk in. "
Eroglu, da zanîn ku qama gulnixwînê di navbera 30 û 100 santîmetrî de diguhere û rengê cureyên wê sor, zer û mişmişî ne.