05 Nîsan 2017•Rojanekirin: 05 Nîsan 2017
IGDIR
Wezîrê Daristan û Karên Avê Veysel Eroglu der heqê dengdayîna gel a ji bo guhertina makezagonê ku wê di 16ê nîsanê da were kirin da got: "Ev hilbijartin ya partiyekê nîne, ev bi paşeroja milet ra eleqedar e. Em ji bo îstiqbala miletê xwe, ji bo ku her kes li gor dilê xwe baweriya xwe bijî, ji bo mirov bikaribin bi rehetî fikra xwe parve bikin, ji bo ku mirov bi dilê xwe şêweya jiyana xwe bijî û ji bo Tirkiyeya xurt û mezin em vê yekê dixwazin."
Li Navenda Ciwaniyê ya Îdirê ji bo belakirina "Sertifîkayên Cure ku ji bo Gundiyên Daristanê Dahatê Tîne û Krediya ORKOYê" û hîmavêtina 4 tesîsên ku 184 milyon lire ye û aîdê Midûriya Giştî ya Karên Avê ya Dewletê (DSÎ) ye merasim hat lidarxistin.
Wezîr Eroglu di merasimê da axivî û diyar kir, tesîsa ku wan hîmê wê avêt têra ava 77 navendên Îdirê dike.
Tê plankirin ku li navçeya Tuzlucayê bendav were çêkirin û bi vê bendavê Deşta Îdirê were avdan. Eroglu li ser bendavê sekinî û wiha got: "Ev bendaveke nûwaze ye. Projeyên vê bendavê jî xelas bûn. Xwedê nesîb bike ji bo ku ev bikeve nav bernameya veberhênana pêvak, em ê teklîfê bidin Wezareta Pêşketinê. Bendava Unlendiyê jî pêş dikeve. Xwedê nesîb bike em ê wê jî bi lez û bez biqedînin."
Eroglu der heqê veberhênanên din ên li Îdirê da agahî da û wiha axivî:
"Li pêşa çiyan pêdivî bi golên piçûk heye. Wê hem ji lehiyê biparêzin hem pêşî li ber erozyona axê bigrin.
Em hemû ekîbên xwe dişînin. Li vira çiqas mesele hebin, avdan, sêlav, lîça ava heywanan, lîçên avdanê, kontrola erozyonê û dar danîn... Îdira me ya şîn bila nebe çol. Li Îdira ku berê rê, balafirgeh zanîngeh tunebû, hikûmeta me 4 milyar pere lê da. Îro jî em destevala nehatin. Tûrê me tijî ye. Li memleketê me usûleke wiha heye, dema mirov here derekê, destevala naçe. Heta niha 22 mizgînî me dan Îdirê. Bi tevahî 298 milyon lire. DSÎ dê li vira destanekê binivîse. 7 mizgîniyên DSIyê hene. 4 heb ziwakirina newalan, 3 heb jî tesîsên ava vexwarinê ne. Bila bereketê bîne înşallah."
Eroglu der barê dengdayîna gel de got: "Ev hilbijartin ya partiyekê nîne, ev bi paşeroja milet ra eleqedar e. Em ji bo îstiqbala miletê xwe, ji bo ku her kes li gor dilê xwe baweriya xwe bijî, ji bo mirov bikaribin bi rehetî fikra xwe parve bikin, ji bo ku mirov bi dilê xwe şêweya jiyana xwe bijî û ji bo Tirkiyeya xurt û mezin em vê yekê dixwazin."
"Li Tirkiyeya berê sê xortim hebûn"
Eroglu ragihand ku pereyên ji gel hatin girtin, hatin xwarin. Di wê demê de ji sedî 86ê baca ku gel bi xwêdana eniya xwe berhev kir û da dewletê, ji aliyê lobiya faîzê ve hat xwarin û wiha dewam kir: "Serokomarê me bi bivir ev xortim qut kir. Di sektora tenduristiyê da xortimeke mezin hebû. Di sala 2006an de ji bo zarokan, min bi 62 lireyî atîbiyotîk kirîbû. Ez şaş û metal mabûm. Çend roj berê ez çûm eczaneyê. Min bihayê wî dermanî mereq kir û pirsî, dermanfiroş got bi saya we bûye 10 lire, ferqa navberê diket kîsê kesên dibêjin na. Ev xortim jî hat qutkirin."
- "Milet dizane çi çi ye"
Ahmet Arslanê Wezîrê Gihandin, Ragihandin û Behrevaniyê diyar kir ku dibê ji qeydên li dest û piyan xistine xilas bibin û got: "Hewcedariya me bi sîstemeke ku zû biryarê dide, bi lez dixebite û xizmetê tîne heye. Navê wê jî Sîstema Hikûmeta Serokomariyê ye ku me ji duserîtiyê xilas bike."
Arslan bal kişand ku rêxistinên terorê bi eşkeretî kampanyaya "na"yê dan destpêkirin û wiha pê da çû:
"Rêxistinên terorê bi taybetî jî FETOya rêxistina terorê dibêjin 'heke erê derkeve koka me yê biqele'. Em jî vê dixwazin. Dixwazin ku koka we biqele. Ji bo wê bi îzna Xwedê eva mileta ew ê bêje 'erê'. 40 sal e rêxistinên terorê xistin belaya serê me, herî dawî jî FETO xistin bela. Wî wetrê ew ê xayînên di nav wan unîformayên pîroz da belapêjgarî me bikin û welêt parçe bikin. Lêbelê di hesabê wî da milet tunebû. Hesab nekir ku kurd, ecem, terekeme, laz, çerkez, ereb, tirk hemû bibin yek û singa xwe bikutin tank û tivingan."
Arslan got hêzên derva fehm kirin ku bi rêxistinên terorê û FETOyê va nikarin welêt parçe bikin nika jî hewl didin ku bi aboriyê va welêt zeyîf bixin û wiha axivî: "Dibêjin ew jî têrê nake di 16ê nîsanê da 'na'yê derxin û Tirkiyeyê zeyîf bixin. Ev mileta dizane çi çi ye. Ew ê di 16ê nîsanê da dersa xayînan û hêzên derva bide."